Tenduristiya Hewlêrê: Metirsiya koronayê hîn ji holê ranebûye
PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê ragehand, ji ber ew asankariyên ku ji bo çûnûhatina hemwelatiyan hatine kirin, rêkarên xweparastinê pir kêm bûye, ji ber wê jî eger pêla duyem a koronayê (Covid-19) rû bide dê kontrolkirina wê zehmet dibe.
Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragehand: ‘’Piştî kêmbûna hejmara haletên tûşbûna koronayê û rakirina qedexeya çûnûhatina hemwelatiyan rênmayiyên xweparastinê wek pêwîst bicîh nayên û rêjeya temasê zêde bûye, hem li cîhên giştî, hem jî li saziyên hikûmetê û cîhên kar ev yek wisa ye.’’
‘Metirsiya koronayê hîn ji holê ranebûye’
Her wiha Dr. Dilovan Mihemed got: ‘’Hîn metirsiyên şewba koronayê hîn bi dawî nebûye, ji ber wê jî pêwîst e hemwelatî tiştên xweparastinê yên wek maske û lepikan bikar bînin. Ji ber di dema çend rojên borî de hejmarek hemwelatî li Kurdistanê bi koronayê ketin.’’
Dr. Mihemed got: ‘’hatina pêla duyem a koronayê ne tiştekî ku pêk nayê û ne pêkan e û hatiye pêşbînîkirin. Ji ber wê jî eger hejmara haletên ûşbûnê zêdetir bibe kontrolkirina wê şewbê zehmet dibe.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin