Tenduristiya Hewlêrê: Taxek û du kamp ji ber koronayê hatin karantînakirin

27 April 2020 13:09 0 dîtin
Tenduristiya Hewlêrê: Taxek û du kamp ji ber koronayê hatin karantînakirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê ragihand, taxeke Hewlêrê û du kamp li parêzgeha Hewlêrê ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hatine kerentînekirin.

Li goî nûçeya Basnewsê, Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, DR. Dilovan Mihemed re got, duhî li Hewlêrê kesek û li kampa penaberan ya Dareşkran jî kesek bi vîrusa koronayê ketin.

Taxên Telar Sîtî û kampên Dareşkran û Quştepe hatin karantînakirin


Dr. Dilovan Mihemed her wiha got, ew kesê ku li kampa Dareşkran pê ketiye, çûye kampa Quştepe jî. Ji ber wê jî me taxa Telar Sîtî ya Hewlêrê û kampên Dareşkran û Quştepe kerentîne kir. Niha tîmên tenduristiyê li wan cihan dest bi têstên koronayê kirine.

Hatibû gotin ku taxa Kesnezan ya Hewlêrê jî hatiye kerentînekirin lê Dr. Dilovan got, taxa Telar Sîtî nêzîkî Kesnezan e. Me destpêkê wisa zanîbû ku ew kesê ku Telar Sîtî pê ketiye, çûye Kesnezanê jî lê wisa nebû. Ew kes tenê li Telar Sîtî geriyabû û cihê karê wî jî li wir bû.