Li Hewlêrê kampanyaya xweparêziya ji koronayê hat destpêkirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Tenduristiya parêzgeha Hewlêrê, îro 13ê Îlonê kampanyayeke hişyarîkirin û xweparêziya ji vîrusa koronayê da destpêkirin.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed derbarê wê kampanyayê de ragihand, wê 35 tîmên tenduristiyê beşdarî kampanyayê bibin û 10 ji wan li nav bajarê Hewlêrê, yên din jî wê li bajarok û gundên Hewlêrê xebatê bikin.
Dr. Dilovan Mihemed got, armanca wan ji ew e ku welatiyan li ser xweparêziya li hember Koronayê hişyar û agahdar bikin.
Berpirsê Tenduristiya Hewlêrê diyar kir, kampanye û xebatên wan wê 5 rojan bidomin û dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) û çend saziyên sivîl jî alîkariya wan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin