Li 3 taxên Hewlêrê kampanyaya çandina daran hat destpêkirin

15 October 2020 20:19 0 dîtin
Li 3 taxên Hewlêrê kampanyaya çandina daran hat destpêkirin

PeyamaKurd -  Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kempanyaya çandina daran hat destpêkirin ku li sê taxên Hewlêrê dar têne çandin. 

Wezîrê Bajarvanî yê Kurdistanê Sasan Ewnî îro 15ê Cotmehê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku wan kampanyaya çandina daran li Hewlêrê da destpêkirin û ew vê ji bo zêdekirina rêjeya keskatiyê dikin.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî jî got, ew ê biharê jî hinek darên din biçînin. Îro li parka Minare, taxa Hewlêra Nû û taxa Rewşenbîr yên Hewlêrê dar têne çandin.

Sofî bang li welatiyan kir, bi her helkeftekê daran biçînin û di zêdekirina keskatiyê de alîkar bin.

Serokê desteya jîngeha Kurdistanê, Ebdulrehman Sidîq jî da zanîn, zêdebûna daran û keskatiyê ne tenê sirûştê bedew dike, tenduristiya mirovan jî diparêze. Ji ber wê jî bila her kes di aliyê xwe de beşdarî vê kampanyayê bibe.