Helmeteke berfireh ji bo paqijkirina taxên Hewlêrê ji pasmahiyên lehiyê tê rêvebirin
PeyamaKurd – Wezareta Bajarvaniyê bi daxuyaniyekê diyar kir; bi fermana Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê û bi serperiştiya Serokê Şaredariya Hewlêrê, hemû tîmên şaredariyê û rêveberiyên xizmetguzarî û jîngehpariyê, helmeteke berfireh ji bo paqijkirina taxên Hewlêrê ji paşmahiyên lehiyê birêve birin.
Wezareta Bajarvaniyê da zanîn; ji bo ku proseya paqijkirinê bi awayekî bilez birêve biçe, 100 amûr têne bikaranîn û hemû cihên ku hatibûn diyarkirin, hatin paqijkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêr roja Yekşemê serdana bajarê Zêrîn û gundê Korê yên li derdora bajarê Hewlêrê kir û serdana ziyandîtiyên lehiyên li her du deveran kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdanê de eşkere kir; Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hevkarî û alîkariyên pêwîst dê pêşkêşî ziyandîtiyên vê lehiyê bike û bi qasî şiyana xwe, wan qerebû bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin