Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî avê ji taxên Hewlêrê re dabîn dike

06 July 2021 11:30 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî avê ji taxên Hewlêrê re dabîn dike

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, îro ji bo 20 rojan avê ji taxên Hewlêrê re dabîn dike.

Li gor zanyariyan, îro 06.07.2021ê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi armanca dabînkirina avê ji bo taxên bajarê Hewlêrê, ku pirsgirêka kêm aviyê heye, helmetek ji bo 20 rojan ragihand û dê avê ji bo taxan dabîn bike.

Herwiha da zanîn, îro li binkeyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi civîneke çapemeniyê ve ew helmet û awayê dabînkirina avê jê dê bê ragihandin.

Di heyama du hefteyên borî de, çend taxên bajarê Hewlêrê rastî pirsgirêka bêaviyê hatin. Herçend ji aliyê rêveberiya ava Hewlêrê ve boriya şikestî hate çêkirin jî, lê hîn jî çend taxên din ên Hewlêrê pirsgirêka wan a bêaviyê heye.