Li Hewlêrê bi helkefta roja jîngehê paqijkirina jîngehê destpê dike
PeyamaKurd – Li Hewlêrê bi helkefta roja jîngehê, kampanyeke paqijkirina jîngehê destpê dike.
Li gor Serokê Saziya Avîyar ya Jîngehê Aso Şikak diyar kiriye, bi helkefta roja jîngehê ku 16 Nîsanê ye, bi alîkariya çend sazî û çalakvanên jîngehê em ê dest bi kampanyeke paqijkirina jîngehê bikin li Hewlêrê.
Herwiha Aso Şikak daye zanîn, em ê tevahiya seyrangehên derdora Hewlêrê paqij bikin. Em ê ji daristana Dilope ya Kesnezanê destpê bikin û pê de biçin.
Aso Şikak destnîşan kiriye, di çarçoveya roja jîngehê de ji bilî paqijkirina jîngehê dê dar jî bên çandin. Ji roja jîngehê salvegera kîmyabarana devera Balîsan ya Herêma Kurdistanê ye jî. Em ê bi çandina daran şehîd û birîndarên wê karesatê jî bibîr bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin