Mesrûr Barzanî: Divê her roj bibe roja parastina jîngehê

05 June 2024 17:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê her roj bibe roja parastina jîngehê

PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 5ê Hezîranê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Naveroka civîna Encûmena Wezîran bi daxuyaniyekê hate eşkere kirin.

Hate ragihandin ku di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser Roja Cîhanî ya Jîngehê û got ku pêwîst e her roj bibe roja parastina jîngehê û divê hemû hewl ji bo pêşxistina çanda parastina jîngehê bên dayîn..

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi babeta parastina jîngehê kir û diyar kir, divê parastina jîngehê erk û xema me hemûyan be û divê jîngeh û sirûşta ciwan a Kurdistanê paqij bihêlin û nifşên paşerojê jê sûdmend bin. Ji ber ku ev sirûşt ne tenê milkê me ye û milkê nifşên pêşerojê ye, parastina wê û pêşxistina wê erka me hemûyan e.

Di beşa yekem a civînê de, raporta sala duyem a pêkanîna plana mafên mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê (2021-2025) ji aliyê Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî ve hat pêşkêşkirin. Piştî ku plan di Îlona 2021an de ji aliyê Encûmena Wezîran ve hat pesendkirin, ket warê cibicîkirinê.

Di raporê de, bi dane û zanyariyên berfireh, amaje bi tedbîrên wezaret û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên mirovan, azadiya derbirînê, azadiya ragihandinê, nehiştina tundiya li ser jinan ûparastina mafên pêkhateyan cuda hate kirin, nirxandineke giştgîr ji bo proseya cibicîkirina plane li ser asta her sê desthilatên cîbicîkar, yasadanan û dadwerî hate kirin.

Herwiha zanyariyên pêwîst derbarê kar û pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên taybet bi baştirkirina şert û mercên çaksaziyê û girtîgehan, şerê li dijî madeyên hişbir û bandorên wê yên derûnî û bazirganîkirina bi mirovan de, hatin pêşkêşkirin.

Serokwezîr ji bo vê raporê, destxweşî li Ofîsa Raspardeyên Navdewletî û bi karnameya Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê parastina mafên mirovan de kir, ku yek ji karên pêşîne yên Kabîneya Nehem e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dibîne ku bi rêya wezaret û aliyên peywendîdar, giringiyê bi vê pirsê bide.

Di vê derbarê de Encûmena Wezîran, wezaret raspardin ku di pêngavên xwe de ji bo cibicîkirina plana pesendkirî wek beşek ji karname û plana Kabîneya Nehan.

Di civînê bi awayekî berfireh mijara wergirtina genimê cotkaran û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin.