Li Hewlêrê bi çandina daran roja Jîngeha Kurdistanê hat pîrozkirin

17 April 2022 14:53 0 dîtin
Li Hewlêrê bi çandina daran roja Jîngeha Kurdistanê hat pîrozkirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê 16ê Nîsanê wekî Roja Jîngeha Kurdistanê tê pîrozkirin û çalakiyên parastina jîngehê têne lidarxistin.

Di çarçoveya Roja Jîngehê ya Kurdistanê de, li nehiya Daretû ya paytext Hewlêrê, xwendekar û mamosteyan dar çandin.

Xwendekar û mamosteyan di çarçoveya roja jîngehê de îro danê sibê li nehiya Daretû ya Hewlêrê, dar çandin û roja jîngehê pîroz kirin.