Hewlêr | Rojbûna Barzaniyê Nemir bi çandina sitlên daran hat pêswazîkirin

14 March 2021 15:14 0 dîtin
Hewlêr | Rojbûna Barzaniyê Nemir bi çandina sitlên daran hat pêswazîkirin

PeyamaKurd – Îro 14ê Adarê roja jidayikbûna Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî ye, bi rêbaza xwe ya têkoşîn û kurdayetiyê nexşeya doza mafên rewa yên Kurd û Kurdistanê xêz kiriye û aniye heta roja me.

Bi minasebeta rojbûna 116emîn a Barzaniyê nemir li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê helmeteke çandina şitlên daran hat destpêkirin.

Bi pêşengtiya parêzgariya Hewlêrê îro Yekşemê li ber bîrdariya Şehîdan şitlên daran hatin çandin.  

Rêveberiya Daristanan a Herêma Kurdistanê, bi boneya roja jidayikbûna Barzaniyê nemir, bi alîkariya jîngehparêzan û amadebûna Parêzgarê Hewlêrê, encûmena parêzgehê û aliyên hikûmet û partiyên siyasî, li ber monumenta Şehîdan şitlên daran hatin çandin.

Mele Mistefa Barzaniyê nemir 116 sal berê rojek wek îro 14ê Adara 1903yan li devera Barzan ji dayik bû û 1ê Adara 1979an jî piştî tûşî nexweşiyeke giran bû koça dawî kir û xatir xwest