Li Parlemena Iraqê rojbûna Barzaniyê Nemir û salvegera Raperînê hat pîroz kirin

06 March 2023 20:50 0 dîtin
Li Parlemena Iraqê rojbûna Barzaniyê Nemir û salvegera Raperînê hat pîroz kirin

PeyamaKurd - Li Parlamentoya Iraqê, roja dayîkbûna Barzaniyê Nemir (Mele Mistefa Barzanî) û salvegera serhildana xelkê Kurdistanê ya 5ê Adara 1991ê hate pîroz kirin û qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê hatin bibîranîn.

Hat ragihandin ku Îro 6ê Adarê bi amadebûna fraksiyonên Parlamentoya Iraqê roja dayîkbûna Barzaniyê Nemir û serhildana xelkê Kurdistanê û Newrozê hate pîroz kirin û qurbanên kîmyabarana Helebceyê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de du peyam bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin û piştre pêşangeheke şêwekarî ya bîreweriyan hate vekirin.

Di pêşangeha li Parlamentoya Iraqê de wêneyên Barzaniyê Nemir û komkujiya Helebceye û Newrozê hatin pêşandan.

Hêjayî gotinê ye, meha Adarê ji bo gelê kurd meheke taybet e û gelek rojên girîng ên bîranînê hene ku li Parlamentoya Iraqê jî merasîm têne sazkirin.