Serok Barzanî bi Konsûlê Çînê re civiya: Pêwendiyên dîrokî yên Barzaniyê Nemir û Çînê...

01 November 2023 17:52 0 dîtin
Serok Barzanî bi Konsûlê Çînê re civiya: Pêwendiyên dîrokî yên Barzaniyê Nemir û Çînê...

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Mijdarê li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Çînê yê nû li yê Hewlêrê Lio Gion û şanda pê re kir.

Baregehê Barzanî ragihand ku Konsulê Çînê di hevdîtinê de rêz ji bo rola Serok Barzanî û PDKê di dîrok û hevkêşeyên Kurdistan û Îraq û deverê de anîn ziman û qurbanîdana PDKê di bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê de bilind nirxand.

Di civînê de, pêwendiyên dîrokî yên navbera Barzaniyê Nemir û serkirdeyên Çînê û Partiya Komunîst a Çînê û PDKê hatin bibîrxistin û Konsulê Çînê xwest ku pêwendiyên welatê Çînê û Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda yên aborî, çandî, zanistî, bazirganî û geştkirina welatiyan de bên xurtkirin.

Serok Barzanî daxwaza serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Çînê yê Hewlêrê kir û rêzên xwe ji bo dîrok û şaristaniya Çînê û gel û serkirdetiya wê anî ziman ku ji astengên gelek mezin derbas bûne û xizmeteke zêde pêşkêşî mirovatiyê û cîhanê kiriye. Serok Barzanî herwiha dilxweşiya xwe ji bo berfirehkirina pêwendiyên herdu aliyan diyar kir.

Di beşeke din a civînê de, li ser rewşa dawî ya pêşhatên ewlehî û siyasî yên cîhanê û deverê hatin gotûbêj kirin.