Serok Barzanî bi konsûlê Îmarata Erebî re civiya: Wê alîkarî berdewam bin
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê li Selahedîn pêşwazî li konsûlê giştî yê Îmarata Yekgirtî ya Erebî li Hewlêrê Ehmed Elzahirî kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, konsûlê giştî yê Îmaratê li Hewlêrê, silavên Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nihyan, cihnişînê Ebûdebî bi serok Barzanî re ragihand û behsa alîkarîyên welatê xwe ji aware û penaberên Herêma Kurdistanê re kir.
Herwiha di konsûlê Îmarat teqez kir ku dê welatê wan li ser alîkarîkirina aware û penaberan li Herêma Kurdistan û Iraqê berdewam be.
Di civînê de, rewşa sîyasî ya Iraqê, deverê, peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî jî hatin guftûgokirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin