Serokwezîr Barzanî bi Konsûlê Kuwêtê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsûlê Kuwêtê yê li Herêma Kurdistanê Omer El Kindirî û şanda pê re kir.
Malpera Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand, Konsûlê Kuwêtê li Herêma Kurdistanê Omer El Kindirî kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê re aniye ziman û destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye ku ji bo derbaskirina kirîzan bi awayekî serkeftî kar kirine.
Kindirî herwiha bal kişand hewandina hejmareke mezin a penaberan û herwiha behsa alîkariya welatê xwe ji bo wan penaberan kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana konsûlê Kuwêtê kir û alîkariya Kuwêtê ji koçber û penaberên Herêma Kurdistanê re bi taybet jî rola Mîrê Kuwêtê û konsûlxaneya wan li Herêma Kurdistanê bo dabînkirina wan alîkariyan kir.
Di hevdîtinê de pêşhateyên siyasî û ewlehî yên navçeyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexda, serdana dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexda û pêwendiyên Herwlêrê ligel welatên cîran û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê de di hemû waran de, mijarên din yên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin