Îmarat | Serokwezîr Barzanî bi Serokwezîrê Kuweytê re civiya

11 February 2025 18:53 0 dîtin
Îmarat | Serokwezîr Barzanî bi Serokwezîrê Kuweytê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li paytexta Îmaratê Dubey de, îro 11ê Sibatê ligel Serokwezîrê Kuweytê Şêx Ehmed Ebdullah Ehmed Sebah civiya.

Di wê civînê de Serokwezîrê Kwêtê silav û rêzên Mîrê Kwêtê Şêx Meşel Ehmed Cabir Sebah gihandin Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.

Serokwezîrê Kuweytê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî vexwend Kuweytê.

Serokwezîr Barzanî jî di bal kişand ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyên dualî û berdewamkirina alîkarî û hevahengiyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuweytê ya di warên cuda cuda de.

Di beşeke din a civînê de, danûstandin li ser rewşa giştî ya Iraqê û dawî guhertin û pêşhatên herêmê hatin kirin.

Şanda Hikûmeta Kurdistanê ya bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî, Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah û Sekreterê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm pêk tê.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan îro 11ê Sibatê dest pê kir ku heta roja 13ê mehê berdewam dike. Di çarçoveya lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek hevdîtin û civînan bi serok û berpirsên bilind ên welatan dike.