Serok Barzanî bi Konsûlê nû yê Brîtanya re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li konsûlê Brîtanya yê li Hewlêrê James Thornton kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de da xuyakirin ku James Thornton Konsûlê nû yê Brîtanya bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiriye û xweşhaliya xwe ji bo pêşveçûna proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û destbikarbûna Hikûmeta nû ragihand.
Thorton tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare ku Herêma Kurdistanê bi hêz û aram bê û her wiha hêvî xwest peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê bê pêşxistin.
Di civînê de pêşhatên siyasiyên Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 û têkiliyên dualî yên herdu welatan hatin nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin