Mesrûr Barzanî îro Komelgeha Perwerdeyê ya Barzaniyê Nemir vedike

13 October 2024 09:22 0 dîtin
Mesrûr Barzanî îro Komelgeha Perwerdeyê ya Barzaniyê Nemir vedike

PeyamaKurd  - Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Cotmehê beşdarî merasîma vekirina Komelgeha Perwerdeyê ya Barzaniyê Nemir li Hewlêrê dibe.

Komelgeha Perwerdeyê ya Barzaniyê Nemir bi ser Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye.

Di Komelgehê de, perwerde û hînbûn ji baxçê zarokan heta pola 12an bi kurdî û îngilîzî ye. 

Pergala wergirtina xwendekaran, li ser bingeha pêş-nirxandinê ye, ji bo zanîna ast û fêrbûna her xwendekarekî.