Mesrûr Barzanî: Em ê li ser pêsxistina warê perwerdeyê berdewam bin

13 October 2024 18:57 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em ê li ser pêsxistina warê perwerdeyê berdewam bin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di avakirina kompleksa perwerdehiya Barzanî Nemir de, perwerde û hîndekarî û aliyên din ên girîng ên jiyanê hatine berçavgirtin.

Îro Yekşemê 13.10.2024 li bajarê Hewlêrê Serokwezîr bi merasîmeke taybet, kompleksa perwerdehiya Barzanî vekir.

Serokwezîr Barzanî piştî vekirinê axivî û got: "Min bawer nedikir ku ev kompleks bi vî rengî pêşkeftî were çêkirin, cihê pesindayin û şanaziyê ye. Kompleksa perwerdehiya Barzanî Nemir ji aliyê Hikûmeta Herêma

Kurdistanê ve bi şêweyekî hemdem û nûjen hatiye avakirin. Ez Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Neteweyên Yekbûyî û her kesê ku keda wan heye pîroz dikim."

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku di avakirina kompleksa perwerdehiya Barzanî Nemir de aliyên din ên girîng ên jiyanê û perwerde û hîndekariyê jî li ber çavan hatiye girtin û got: “Girîngdayîna werzîş, huner û

tendirustiyê yek ji wan xalan e. Taybetmendiyên vê kompleksê deverek mezin ji keskiyê re hatiye veqetandin, ev yek jî xwendekaran ji dibistanê re eleqedartir dike. Ew jîngehek maqûltir ji xwendekaran re peyda dike ku li dibistanê fêr bibin û dema xwe bikêr derbas bikin.”

Serokwezîr axaftina xwe wiha domand:

“Ev kompleks navê xwe ji rêberê netewî yê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir girtiye. (Barzanî Nemir) hemû jiyana xwe ji bo serxwebûna netewî feda kir û yek ji armanca wî ya sereke jî perwerdeya bêpere ya zimanê gelê me bû."

Mesrûr Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku azadî, ewlehî, aramî û destkeftên heyî bi saya tekoşîna Pêşmergeyên qehreman û qurbanîdana şehîdan e û got, em hêvîdar in ku ev kompleks, xwendekar, mamoste û karmendên wê hêjayî wî navî bin. Barzaniyê Nemir mînaka jîr, hostayî, exlaq, welatparêzî û jîngehparêziyê ye."

Mesrûr Barzanî di wê baweriyê de ye ku ji bo pêşxistina sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê pêwîste hîn zêdetir xwendingeh bên avakirin û got: “Di van salên dawî de tevî şert û mercên zehmet ên darayî, hikûmetê bi alîkariya dezgehên taybet bi dehan dibistanên nû ava kirin û nûjen kirin. sektora perwerdehiyê em ê bi pêş bixin.”

Sîstema pejirandinê li kompleksa perwerdehiya Barzanî Nemir a girêdayî Wezareta Perwerdeyê li ser bingeha nirxandina destpêkê ye. Li kompleksa navborî zimanê perwerdehiyê Îngilîzî û Kurdî ye û ji kreşê heta pola 12emîn a lîseyê perwerde tê dayîn.

Kompleksa Perwerdeya Barzanî ya Nemir ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin, ji bexçeyê zarokan, dibistana seretayî û dibistana amadeyî pêk tê.
Beşên di kompleksa ku ji 60 dersxane û 25 odeyan pêk tê ev in:

8 salonên baxçeyê zarokan

18 salonên dibistana seretayî

34 salonên dibistana navîn

25 ode ji bo xebatkarên îdarî û mamosteyan

3 Laboratoriya kompîturê

2 Laboratoriya zanistî

1 laboratûara kîmyayê

1 laboratûara fîzîkê

1 laboratûara biyolojiyê

2 pirtûkxane ji bo mamoste û xwendekaran