Mesrûr Barzanî: Rêkeftina 11 Adarê destkefteke dîrokî ya bi rêbertiya Barzaniyê Nemir bû

11 March 2021 15:14 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Rêkeftina 11 Adarê destkefteke dîrokî ya bi rêbertiya Barzaniyê Nemir bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi minasebeta 51emîn salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Em îro 51 saliya rêkeftina 11ê Adara sala 1970 bibîr tînin ku destkeftek dîrokî ya şoreşa mezin ya Îlonê bû bi rêbertiya Barzaniyê Nemir.

Xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê hikûmeta wê çaxê ya Iraqê neçar kir bo cara yekem beşek ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê qebûl bike. Mixabin paşê hikûmeta Iraqê rêkeftin binpê kir û dîsa vegeriya bikaranîna tundî û şer li dijî gelê Kurdistanê.”

Serokwezîr Barzanî di berdewama peyama xwe di da zanîn, “Rêkeftina 11 Adarê berhema xebat û qurbanîdana hemû çîn û pêkhateyên cuda yên xelkê Kurdistanê bû, xwestek û îradeya gelê Kurdistanê bû ji bo pêkvejiyana aştiyane û redkirina şer û malwêraniyê.”

Mesrûr Barzanî di dawiyê de destnîşan kir: “Bi vê helkeftê em dîsa pêgirî li ser çareserkirina bingehîn ya pirsgirêkên xwe bi hikûmeta federal re dikin, ew jî li ser bingeha parastin û dabînkirina mafên Destûrî yên gelê Kurdistanê û bicihanîna bingehên sîstema federalî li Iraqê.”