Mesrûr Barzanî û Barbara Leaf civiyan: Divê rêkeftina petrolê di zûtirin demê de were bicihkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3ê Gulanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şanda ligel wê kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civîna ku Balyoza Amerîka li Iraqê Elena Romanawsky û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks amade bûn de, behsa pêşhatên dawî yên li Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku mijara sereke ya hevdîtinê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bû û her du alî hevdeng bûn ku divê rêkeftina petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di zûtirîn demê de were bicihkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike û êdî welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî zirarê nebînin.
Li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di dema xwe de bêne kirin û ji bo vê mebestê jî, wan amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina hemû hêsankariyan nîşan daye.
Herwiha di civînê de, guftûgo li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, girîngiya bicihkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa wê, derketina mîlîsan û komên çekdar ên neyasayî û vegera koçberan bo cih û warên xwe, hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin