Di salvegera rojbûna Barzaniyê Nemir de Alên Kurdistanê û sîranî hatin belavkirin
PeyamaKurd - Navenda Kelara Çalakî û Pêgehandinê ya Navenda Bilind a Germiyanê ku bi ser Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê ve ye, di salvegera jidayîkbûna Barzaniyê Nemir de Ala pîroz a Kurdistanê û şîranî li xelkê belav kir.
Berpirsê Navenda Bilind a Germiyanê ya Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê Aram Ednan li ser helmeta belavkirina Alên Kurdistanê û şîraniyê bi minasebeta salvegera rojbûna Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî got, wek navenda bilind a Germiyanê ya Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê di salvegera roja dayîkbûna bavê ruhanî yê kurdan Barzaniyê Nemir de, wan serpereştiya helmeta dabeşkirina Ala pîroz a Kurdistanê kiriye ku li Kelarê ji aliyê Navenda Kelarê ya Çalakî û Pêgehandinê ya navenda wan hatiye birêvebirin.
Aram Ednan ji BasNewsê re gotiye, di dema wê helmetê de wan şîranî li ser hemwelatiyan belav kiriye û hemwelatiyan jî bi kêfxweşî ve pêşwazî li wan kiriye.
Berpirsê Navenda Bilind a Germiyanê daye xuyakirin: “Hemwelatiyên Germiyanê jî hest bi serbilindiyeke mezin dikirin ku Ala Kurdistanê û şîranî di salvegera jidayîkbûna bavê ruhanî yê kurdan Barzaniyê Nemir de li ser wan tê belav kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin