Serok Barzanî bi hevalên Barzaniyê Nemir bo Soveyeta berê civîya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi hevalên Barzanîyê Nemir bo Yekêtîya Sovîyeta berê civîya û li hal û rewşa wan a dawiyê pirsî.
Duh (09.05.2019) Serok Mesûd Barzanî bi mebesta halpirsîn û hevdîtina li gel hejmarek ji yawerên cenabê Barzaniyê Nemir, ew ên ku hê jî dijîn re civiya.

Di civînê Serok Barzanî li hal û rewş û guzeraniya jiyan û tendirustiya wan pirsî û diyar kir ku hevdîtina bi wan re bi cihê şanazî û xweşhaliya ye.
Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo ked û qehremaniya yawerên Barzaniyê Nemir li Sovyeta berê hebû, çi ew ên li jiyanê ne yan jî şehîd bûne û koça dawî kirine û teqez kir ku ked û mandûbûna wan tu demekî ji bîr naçê û bi xebata bê wêneyiya wan dîrokeke pir li şanaziye ji bo gelê xwe dirust kirine.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin