Serok Barzanî: Kurdperwer Kak Xefaf dostê Barzaniyê Nemir û hevkarekî cewherî bû
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 12ê Tebaxê li ser wefata kesayetê Kurdperwer ê hevrêyê Barzaniyê Nemir, Heme Seîd Xefaf peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Heme Seîd Xefaf dostê cenabê Barzaniyê Nemir û hevkarekî cewherî yê Partî û Şoreşa Eylûlê bû.”
Serok Barzanî diyar kir: “Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanî û Kurdperwer Kak Heme Seîd Xefaf bihîst. Xwedê jêrazî Heme Seîd Xefaf dostê cenabê Barzaniyê Nemir û hevkarekî cewherî yê Partî û Şoreşa Eylûlê bû û di wê rêyê de tûşî zehmetî û koçberî û dûrî welat bû.”
Serok Barzanî di dewama peyama xwe de wiha got “Heme Seîd Xefaf kesayetiyekî dilsoz û xwedî helwest û her dem xizmetguzarê doza gelê xwe bû.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata wan ya birêz û kesûkar û dost û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Heme Seîd Xefaf bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin