Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dostên xwe ji bîr nake!

24 June 2024 19:22 0 dîtin
Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dostên xwe ji bîr nake!

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 24ê Hezîranê li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Holandayê yê Iraqê Hans Sandî kir.

Piştî civînê Bargeha Barzanî ragihand ku Serok Barzanî di civînê de gotiye, gelê Kurdistanê dostên xwe ji bîr nake û spasiya gel û hikûmetên Holandayê kir ku di dema tengaviyan de deriyê xwe li ber awareyên Kurdistanê vekiriye.

 Di daxuyaniyê de hate gotin, Balyozê Holandayê li Iraqê, ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, spasî û rêzên xwe ji bo wan pêwendiyan diyar kirin ku di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de hene.

Herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku herdem ji bo berdewamî û pêşxistina wan pêwendiyan di hemû waran de alîkar bûye û nexasim di warên aborî, çandinî û veberhênanê de û berdewamiya alîkariyên welatê xwe bi rêya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya bizavên Balyozê Holandayê di dema borî de kir û hêviya serkeftinê di karê wî yê nû de jê re xwest.

Serok Barzanî pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Holandayê di hemû waran de bilind nirxand û got, gelê Kurdistanê dostên xwe ji bîr nake û spasiya gel û hikûmetên Holandayê kir ku di dema tengaviyan de deriyê xwe li ber awareyên Kurdistanê vekiriye. Serok Barzanî bal kişand ser rolê Holandayê di piştevaniya hêzên Pêşmergeyan di dema şerê teroristên DAIŞê û çaksaziyên nav Wezareta Pêşmerge de ku roleke wan a berçav hebû.

Rewşa siyasî û ewlehî bi awayekî giştî û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.