Nûnerê Serok Barzanî rexne li Amerîkayê girt: Hûn baweriya dostên xwe ji dest didin...

10 December 2023 15:55 0 dîtin
Nûnerê Serok Barzanî rexne li Amerîkayê girt: Hûn baweriya dostên xwe ji dest didin...

PeyamaKurd – Felah Hesen bi nûnertiya Serok Mesûd Mesûd Barzanî beşdarî Konferansa Partiyên Demokrat a Cîhanê li Washingtonê bû û ragihand, “Hindik maye Amerîka dostên xwe ji dest bide.”

Felah Hesen di konferansa ku endamên Kongreya Amerîkayê jî beşdarî kirin de, axivî û got: “Ji ber ku gelek partiyên siyasî li Rojhilata Navîn bawer dikin dê Amerîka wan di nîvê rê de bihêle, baweriya wan a bo Amerîkayê hindik maye ji dest biçe.”

‘Me bi Îsraîla duyem tawanbar dikin’

Felah Hesen bal kişand ser qaremaniya hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de û diyar kir, “Cîranên me û hin welatên Rojhilata Navîn, me bi Îsraîla duyem û dost û hevpeymana Amerîkayê tawanbar dikin.”

‘Sozên xwe bicih bînin’

Hesen da zanîn, “Dema me Referandûma Serxwebûnê kir Amerîka bêdeng ma û alîkarî neda me. Yanî ji hin aliyan ve divê hûn baweriya me ji nû ve bidest bînin, çimkî heke hûn wisa dewam bikin bizanin ku emê heta hetayê ne li kêleka we bin. Lewma jî dema we soz da bicih bînin û helwestê nîşan bidin.”