Çîftyurek li ser serdana nûnerê Serok Barzanî ya bo Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
PeyamaKurd – Parlamenterê Partiya DEMê Sînan Çîftyurek serdana Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê ji bo Karûbarên Rojavayê Kurdistanê, Hemîd Derbendî ya Hesekê û Qamişlo wekî “girîng” nirxand
Nûnerê Serok Barzanî yê Karûbarên Rojavayê Kurdistanê, Derbendî duh piştî ku li bajarê Hesekê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûb Ebdî civiya, çû Qamişlo û li gel berpirsê ENKSyê Mihemed Îsmaîl civiya.
Parlamenterê Partiya DEMê Sînan Çîftyurek ku mêvanê Kurdistan24ê bû, behsa serdana Nûnerê Serok Barzanî Derbendî ya bo Rojava kir.
Sînan Çiftyurek got, “Gaveke girîng û pîroz e ku nûnerê Serok Barzanî serdana Rojavayê Kurdistanê bike û li gel berpirsên HSD û ENKSyê bicive.”
Derbendî di serdana xwe ya bo Rojava de peyama Serok Barzanî ya derbarê yekrêzî û yekhelwêstiya aliyên Kurdî li Rojava di qonaxa niha de ku Sûriye tê re derbas dibe gihandiye berpirsên HSD û ENKSyê.
Piştî civînan, HSD û ENKSyê du daxuyaniyên cuda dan û di wê hevdîtinê de spasiya Serok Barzanî kirin ji bo piştevaniya berdewam bo mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdî kirin.
Serdan di çarçoveya civîna di navbera rayedarên HSD û ENKSyê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana Amerîkayê de pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin