Nûnerê NYê serdana Serokwezîr Barzanî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Kubis civiyan û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet yê Sekreterê giştî yê NYê bo karûbarê Iraqê Jan Kubis kir.
Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis der heqê rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo kirin û hêvî kirin ku rewş baştir bibe û hikûmeta nû ya Iraqê jî bikaribe daxwazên welatiyên cîhbicîh bike û xizmetguzariyan pêşkêşî tevahiya welatiyan bike û Kurd jî di vê derbarê de bibe xudan roleke girîng û hevkariya Iraqê bike bo dabîn kirina mafên tevahiya pêkhateyên din yên Iraqê.
Herwiha di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlementoyê jî hatin nirxandin û daxwaz hate kirin ku hikûmetek were avakirin ku bikaribe bersiva daxwazên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin