Serok Barzanî li ser destana derbasbûna Sovyetê ya Barzaniyê Nemir peyamek wesand

18 June 2021 14:56 0 dîtin
Serok Barzanî li ser destana derbasbûna Sovyetê ya Barzaniyê Nemir peyamek wesand

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 74emîn salvegera destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî di rûbara Aras de bo derbasbûna Sovyetê peyamek weşand.

Serok Barzanî destnîşan kir, Destana dîrokî ya derbasbûna Sovyetê ya Barzanîyê Nemir nîşan da ku îradeya gelê Kurd ji her hêz û planekê bihêztir e.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Îro heftê û çar sal li ser destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî yên li rûbara Aras da derbas dibe. Li 18ê hezîrana 1947 an de piştî pêncih sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û vala derxistina gefên dijminan li rêyeke dûr û dirêj û dijwar da Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbara Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê. Ew destane rehendên neteweyî û dîrokî û siyasî û serbaziya mezin hebû û bandoreke yek alîker li ser mayina doza rewaya Kurd ya li wê demê û li qonaxên paşerojê de bi cîh hişt.”

Serok Barzanî di peyamê de dibêje, “Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ewe bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lê belê bi wê destana dîrokî îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ewe hate selmandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd da her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planek bihêztire.”

Serok Barzanî di dawiya peyamê de got, “Destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbara Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.”