Serok Barzanî 55emîn salvegera destana Hindrênê pîroz kir

12 May 2021 18:33 0 dîtin
Serok Barzanî 55emîn salvegera destana Hindrênê pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî salvegera 55emîn a destana Hindrên bi peyamekê pîroz kir.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê peyamek belav kir û tê de got, “Îro salvegera bîranîna destana çiyayê Hindrên e ku ji aliyê PDKê û Hizba Komînîst (Şûî) ve li dijî rejîma berê ya Iraqê di sala 1966ê de hat tomar kirin.”

Serok Barzanî ragihand: “Ew roj ji bo me rojeke dîrokî bû ku rejîma berê rastî şikesteke mezin hat.”