Serok Barzanî bo Destana Xakurkê: Îrade û qurbanîdan ji hemû çekan bihêztir e!

05 September 2019 20:06 0 dîtin
Serok Barzanî bo Destana Xakurkê: Îrade û qurbanîdan ji hemû çekan bihêztir e!

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barazanî, ji bo 31emîn salvegera Destana Xakurkê peyamek belav kir. Serok Barzanî got, “Îrade û qurbanîdan ji hemû çekan bihêztir e û serkeftin ji bo wan kesan dibe ku xwediyê dozeke rewa ne.”

Serok Barzanî destnîşan kir ku di şerê Xakurkê de Pêşmerge şîya hêvîyê di dilê gelê Kurdistanê de zindî dike.

31 sal beriya niha li 5ê Îlona 1988an, Serok Barzanî serperiştîya wî şerê Xakurkê kiribû û wê demê pêşbînîyên mezin kiribûn bo rewşa Iraqê û deverê û piştî demeke kêm bi ser serkeftina wê destana xakurkê de guhertin çêbûn.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 31 salîya Destana Xakurkê:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro 31 sî û yekemîn salvegera Destana Xwakurke. Li vê destanê da Pêşmerge bi xweragirî û qurbanîdanê ji bo dijmin û dagîrkeriyê selmand ku îrade û qurbanîdan ji hemû çekekî bihêztire û serkeftin ji bo wan kesan dibê ku xwediyê dozekî rewane.

Li destana Xwakurk da ji bilî neberamberiya li çek û artêşê da Pêşmerge karî gurzeke mezin li dijmin bide û hêvî li dilê gelê Kurdistanê da bi zîndiyî bihêlê.

Li vê bîranîna pîroz da silav li îradeya polayîniya Pêşmerge û silav li şehîdên wê destanê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
05.09.2019