Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji bombeya napalm bihêztir e

24 April 2023 12:34 0 dîtin
Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji bombeya napalm bihêztir e

PeyamaKurd – Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bombebarankirina bajarê Qeladize û Zanîngeha Silêmaniyê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, zulmeke mezin e.

Serok Mesûd Barzanî di peyameke li ser tora civakî ya Twitterê de, bi bîr anî û şehîdên 24ê Nîsana 1974an li bajarê Qeladizê û zanîngeha Silêmaniyê şehîd bûn û hemû şehîdên Kurdistanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatin şehîdkirin.

Serok Barzanî got, “Ew karesat çewsandineke mezin bû û rûpeleke din a hovane bû ji aliyê rejîma Beis ve li dijî gelê Kurdistanê.” Herwiha da zanîn: “Lê hêz û îradeya gelê Kurdistanê ji balafir û napalmê bihêztir bû û di dawiyê de îradeya Kurdistanê li ser zulm û dagîrkeriyê bi ser ket.”