Serok Barzanî komkujiyên 9ê Hezîranê bi bîr anî: Îradeya gelê Kurdistanê ji agirê dijminan bihêztir e

09 June 2021 17:03 0 dîtin
Serok Barzanî komkujiyên 9ê Hezîranê bi bîr anî: Îradeya gelê Kurdistanê ji agirê dijminan bihêztir e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 9ê Hezîranê di bîranîna karesatên 9ê Hezîranê yên 9ê Hezîrana 1963yan û 9ê Hezîrana 1985an de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Îradeya gelê Kurdistanê ji bo mayîn û xebat û têkoşînê, gelek ji zebr, zeng, firoke, agir û îşkenceya dijminan bihêztir e.”  

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Di dîroka xebata gelê me da roj tune bîranîna karesat û qurbanîdan û qehremaniya gedeyên gelê me nebê. Pencih û heşt sal berî niha li 9 ê Hezîrana 1963 da hejmarek azadîxwazên Silêmanî ji ber ku amade nebûn sivikayetiyê bi sembol û hêmayên neteweyiyan bikin, bi destê tawanbarên wê demê yê "Zeîm Sedîq" ve hatin şehîd kirin. Ew şehîdên nemirên Silêmanî bi qurbanîdana xwe waneyekî pir bihaya azayetî û azadîxwaziyê bûn ji bo gelê xwe.

Bîst û du sal piştî tawana Zeîm Sedîq, her li rojekê wekî îro da li 9ê hezîrana 1985 da destê tawankariya dijmin gihîşte giyanê bê tawanê penaberan û firokeyên rejîma wê demê ya Iraqê dirindane wargeha penaberên "Zêwe" bombebaran kir û li tawanê da sedan jin û zarokên bê gunehên penaber û koçber şehîd û birîndar bûn.

Dijmin wiha dizanî bi şehîdkirin û azardan û şewitandina jin û zarok û azadîxwazên Kurd, dikarê îradeya gelê Kurdistanê ji bo berdewambûna xebatê têkbişkênin. Lê belê îradeya gelê Kurdistanê ji bo mayîn û xebat û têkoşînê, gelek ji zebr û zeng û firoke û agir û îşkenceya dijminan bihêztir e. Cara dawî jî çarenivîsa dijmin û neyarên gelê me dîtin û îradeya bilinda gelê me li ser dijminê bêwîjdan da serket.

Di vê bîranînê de bi bilindî bîranîna şehîdên her du karesatên 9 ê hezîranê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dikin û xwîna şehîdên me çiraya rêya niha û ya paşeroja me ye.”