Serok Barzanî: Îradeya gelê me gelek ji jenosayd û enfalan bihêztir bû

31 July 2021 13:01 0 dîtin
Serok Barzanî: Îradeya gelê me gelek ji jenosayd û enfalan bihêztir bû

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo 38emîn salvegera Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û diyar kir: “Ew tawan û zulma derbarê Barzaniyan û gedeyên din ên gelê Kurd hate kirin, li ser Kurdbûn û azadîxwaziyê bû û armanca dijminan ewe bû ku îradeya Kurdayetiyê û azadîxwaziya gelê Kurdistanê têk bişkînin. Lê belê îradeya zarokên gelê me gelek ji zebr û zeng û toqandin û jenosayd û enfalan bihêztir bû.”

Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Sîh û heşt sal berî niha li rojeke wekî îro rejîma Be'es bi awayekî dirindane heşt hezar zilamên pîr û ciwanên Barzanî li temenên neh sal heta pîremêrên nod salan rapêçê çol û biyabanên başûrê Iraqê kirin û li wir dirindane hatin komkujîkirin. Ew tawane helqeyek bû ji wê zincîra sîtemkariyaneya li ser zarok û gedeyên gelê Kurdistanê de hatiye, her li bêserûşûn kirina donzdeh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û Behdînan û Kîmyanbarankirina Helebce û deverên din ên Kurdistanê bigre heta asîmîlasyon û veguhestin û êrîşa terorîstan û tawanên li dijî xwişk û birayên me yên Êzidiyan.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Îro sîh û heşt sal di ser tawaneke mezin a rejîma berê ya Iraqê re derbas dibe. Sîh û heşt sal berî niha li rojeke wekî îro rejîma Be'es bi awayekî dirindane heşt hezar zilamên pîr û ciwanên Barzanî li temenên neh sal heta pîremêrên nod salan rapêçê çol û biyabanên başûrê Iraqê kirin û li wir dirindane hatin komkujîkirin. Ew tawane helqeyek bû ji wê zincîra sîtemkariyaneya li ser zarok û gedeyên gelê Kurdistanê de hatiye, her li bêserûşûn kirina donzdeh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û Behdînan û Kîmyanbarankirina Helebce û deverên din ên Kurdistanê bigre heta asîmîlasyon û veguhestin û êrîşa terorîstan û tawanên li dijî xwişk û birayên me yên Êzidiyan.

Di bîranîna Enfala Barzaniyan de bi pêwîst dizanim spasî cemawerê deşta Hewlêr û Herîr û Soran bikim ku di wan rojên teng û tarî de Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane. Spasî kesukarên enfalan û bi taybetî ew dayik û jinên Barzaniyan dikim ku salaneke dûr û dirêj tehemula çaverêyî û êş û azara ji destdana ezîzên xwe kirine û bûne mînaka xweragirî û qehremanî û serbilindiya zarokên xwe ku li ser exlaqê bilind û Kurdayetî û rêbaza Barzanî perwerde kirin û pêgihandin.

Ew tawan û zulma derbarê Barzaniyan û gedeyên din ên gelê Kurd hate kirin li ser Kurdbûn û azadîxwaziyê bû û armanca dijminan ewe bû ku îradeya Kurdayetiyê û azadîxwaziya gelê Kurdistanê têk bişkînin. Lê belê îradeya zarokên gelê me gelek ji zebr û zeng û toqandin û jenosayd û enfalan bihêztir bû û encamê de ew îradeya bilind serket û dijmin jî şikestin û serşorî ji bo wan ma. Eve divê bibê dersa îbretê ji bo neyarên gelê Kurdistanê ku li beranber mîlletê mezlûmê Kurd destberdarê eqliyeta înkarkirin û şoveniyetê bin.

Mesûd Barzanî

31.07.2021