Serok Barzanî li ser ‘Destana Sihêla’ nivîsand: Ducarî rastî sikestineke gelekî mezin bûn
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser bûyerên piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an û şerê Sihêla ku îro 26ê Cotmehê sêyemîn salvegera Destana Sihêla ye, di kitêba xwe ya ‘Ji bo Dîrokê’ de nivîsek nivîsandiye.
Serok Mesûd Barzanî di nivîsa xwe de gotiye: “Berxwedana Pêşmergeyan li hemû bereyan, heta 26ê Oktoberê, berdewam bû. Li bereya Mehmûdiye û Sihêla, Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bi alîkariya hêzên Îranî û Hizbullaha Lubnanî û bi fermandeya yekser a efserekî Pasdarên Îranê, bi navê Seyid Muxtar, êrîşî sengerên Pêşmergeyan kir. Mebest ji êrîşê girtina pêşxabûr bû, lê ducarî rastî şikestineke gelekî mezin bûn û Seyid Muxtar jî, di wî şerî de birîndar bû. Piştî wê şikestinê, guherîn bi ser hevkêşeyan de hat û danûstandinê dest pê kir. Ebadî hêj lûtbilind û mexrûr bû û amadeya wî ya danûstandina siyasî nebû, daxwaza wê yekê kir ku tîmên teknîkî yên serbazî danûstandinê bikin.”
Serok Barzanî li ser bûyerên xiyaneta 16ê Cotmehê de jî wiha dibêje: “Li Şingalê berê ji bo dirustkirina pertewazeyî û dûberekiyê li nav Êzdiyan, hêza Heşda Êzdî hatibû dirustkirin. Di 16yê Oktoberê de, devera Şingalê jî kete ber pêla xurt a wan planên reş. Di wê serûbendeyê de, kesayetî û rîspiyên Şingalê daxwaz kir ku Pêşmerge ji Şingalê vekişin, ji bo ku şerê navxweyî li nav Êzdiyan rû nede.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên Pirdê, Sihêla û Mexmurê hiştin ku planên hikûmeta Iraqê û piştevanên wan bişkin û negihîjin armancên xwe yên dagirkirina Herêma Kurdistanê û dorpêçkirina wê bi giştî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin