Serok Barzanî: ‘Destana Hindirên derseke bas bû ji bo dijminan’
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 53yemîn salvegra Dastana Hindirên peyamek belav kir û got, “Destana Hindirên waneyeke baş bû bo dijmin û dagirkeran.”
Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê (12. 05. 2019) bi boneya 53 saliya Destana Hindirên peyamek belav kir û tê de diyar kir, bi dirêjahiya dîroka gelê Kurd rojên tehl, şînî û rojên şîrîn û serkeftinê hebûne û wiha got:
“12ê Gulanê rojekî dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê. Îro salvegera şehîdkirina Leyla Qasim û di heman demê de salvegera Destana Hindirên e ku serkeftineke mezin a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye.”
Barzanî da zanîn ku dijmin di 2yê Gualana 1966an bi navê operasyona “Tewekilit Alallah” plan danîbû ku navenda serkirdayetiya şoreşa Îlonê bigrê bi wê mebestê êrîşeke berfireh bi ser sengerên Pêşmerge û di destpêkê de karî hinek cîhan bigre, lê belê Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bi hevkariya hêzên Partiya Şuî bi planekî têr û tije êrişa dijmin di12ê Gulana 1966an de têk şikand û lîwayên yek, sê, çar û pêncê artêşa Iraqê li çiyayê Hindirên û Zozik û Geruya Omeraxa û Akoyan bi tevahî têk bir.
Serok Barzanî destnîşan kir, “Di demjimêrê bi qehremaniya destê Pêşmerge, dijmin çok danîn û şovenî û şerxwazên wê demê yên hikûmeta Iraqê tûşî şikest û serşorî û şermezariyê bûn.”
Di berdewamê de Serok Barzanî pîrozabahiya Destana Hindirên li gelê Kurd kir:
“Destana Hindirên waneyeke baş e ji bo dijmin û dagîrkeran ku eger bixwazin îradeya mîlletê Kurd ezmûn bikin û biceribînin, bi vî awayî tûşî şikestê tên, lê belê gelek car jî dibînîn ku dîrok xwe dubare dike û şovenî ders ji dîrokê wernagrin. Ligel vê yekê jî her dem şikest û riswayî ji bo wan dimînê û serkeftin jî ji bo mîlletê mezlûm ê Kurdistanê dimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin