Serok Barzanî: PDK sopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo 76emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û eşkere kir: “PDK partiya doz û bihayan e û şopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina şanzdehê Tebaxê û bîranîna heftê û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû kadro, alîgir û cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê dikim.
Di bîranîna Şanzdehê Tebaxê de peyama min ji bo cemawer, alîgir û endamên PDK ew e, PDK partiya doz û bihayan e û şopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê pêwîst e hemû kesên partîyî li asta meziniya dîrok û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û divê erkê xwe bi baştirîn awayî encam bidin ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistanê ye. Daxwaz ji hemû Partiyiyan dikim îrade û hêviya wan bihêz be ji ber ku PDK îrade û hêvî û hêz e ji bo hemû xelkê Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
16ê Tebaxa 2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin