Serok Mesûd Barzanî: PDK û rêbaza Barzanî her tim cihê hêvî û dest û bazên bihêz yên Kurdistanê ne
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê 77 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîroz kir û diyar kir, “PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de her tim cihê hêvî û dest û bazên bihêz yên Kurdistanê û parêzvanê doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.”
Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Bi boneya 77 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi germî pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, serkirdayetî, kadro, endam û alîgirên Partiya Demokra ta Kurdistanê dikim.”
Di berdewamiyê de eşkere kir: “Di vê bîranînê de, ez spasiya têkoşîn û fedekariya gelê PDK’ê dikim ku di qonaxên dijwar û çarenivîsaz de her tim hêvanê xweragirî, berdewamî, kolnedan û bihêztirbûna doza gelê Kurdistanê bûne.”
Serok Barzanî da zanîn: “PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de her tim cihê hêvî û dest û bazên bihêz yên Kurdistanê û parêzvanê doza rewa ya gelê Kurdistanê ne. Divê serkirdayetî, cemawer û endamên PDKê di asta vê berpirsyariya mezin de bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin