Serok Barzanî: Mistefa Amêdî wefadarê rêbaza Kurdayetîyê bû
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê madalya Barzaniyê nemir Mistefa Amêdî peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî, sersaxî li malbata Mistefa Amêdî kir û got: "Mistefa Amêdî şoreşgêr û qehreman û hilgirê medalya Barzanî û wefadarê rêbaza kurdayetî û niştimanperweriyê bû û jiyana xwe pêxemet doza miletê xwe terxan kir û nimûnê mêrxasî û mandînenasiyê bû û jidestdana wî xisareteke mezin e.”
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneka mezin ve xeberê wexera dûmahiyê ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û Pêşmergeyê herdû şoreşên Eylûl û Gulanê Mistefa Husên Mihemed Amêdî nasyar bi midîr geheşte min.
Mistefa Amêdî şoreşgêr û qehreman û hilgirê medalya Barzanî û wefadarê rêbaza kurdayetî û niştimanperweriyê bû û jiyana xwe pêxemet doza miletê xwe terxan kir û nimûnê mêrxasî û mandînenasiyê bû û jidestdana wî xusareteka mezin e.
Serexoşiyê li binemale û xizm û kesûkarên Xwedê jê razî û hemî xebargêr û Pêşmergeyên Kurdistanê dikim û xwe bi hevpişkê xema wan dizanim.
Daxwaza min ji Xwedayê mezin ew ruhê Xwedê jê razî Mistefa Amêdî bi beheşta berîn şad bike û sebr û deharê bide her kesî.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)
Mesûd Barzanî
3ê Nîsana 2023

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin