Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê hat bibîranîn
PeyamaKurd - Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî, îro 1ê Adara 2022yana di 43yemîn salvegera wefata wî de, li Parlamentoya Kurdistanê bi merasîmeke fermî ya rêzgirtinê hat bibîranîn.
Rêbere tevgera rizgarî û azadiya Kurd û Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî, nêzî pêncî salan têkoşîneke bêhempa ji bo mafên gelê Kurd û Kurdistanê daye ku bingeha destkeftên niha yên gelê Kurd daniye.
Îro Sêşemê 1ê Adarê bi minasebeta salvegera 43yemîn a koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî, li Parlamentoya Kurdistanê merasîmeke taybet a bîranînê hat sazkirin û parlamentarên Kurdistanê ew bi rêz û hurmet bibîr anîn.
Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî dawiya sala 1975an nexweş ketibû û roja 1ê Adara 1979an jî li Amerîkayê dema çareseriya pizîşkî werdigirt koça dawî kiribû.
Cenazeyê Barzaniyê Nemir pêşî bi awayekî demkî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû veşartin û piştre ji so devera Barzan hatibû veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin