Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî 118 salî ye
PeyamaKurd - Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî ku xwedî roleke pêşeng e di dîroka Kurdistanê de, berî 118 salan rojek wek îro 14ê Adara 1903yan ji malbateke olî û netewperwer li devera Barzan çavê xwe ji dinyayê re vekir.
Mele Mistefa Barzanî yekem serkirdeyê Kurd bû ku xebata Kurdî ji bazna navçeyîbûnê xiste xebata niştimanî û her dem daxwaza mafê seretayî, mafê mirovî û kulturî kir ku daxwazên tevgera rizgarîxwaza Kurd bilind kir di asta siyasî de.
Nemir Mele Mistefa Barzanî, 16ê Tebaxa 1946an bi damezarandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re têkoşîna doza Kurd û Kurdistanê di çarçoveya bernameyeke partiyeke siyasî de birêxistin kir û gihan qonaxeke pêşketî ya hemdemî.
Çend têbîniyên dîroka serboriya Barzaniyê Nemir wiha ne:
- Mele Mistefa Barzanî kurê Şêx Mihemed Barzanî ye û li gundê Barzan di 14ê Adara sala 1903an jidayik bû.
- Di temenê xwe yê 3 saliyê de ji aliyê Osmaniyan ve ji piştî şikestina Şoreşa Barzanî Şêx Ebdulselam birayê mezin ê Mele Mistefa Barzanî hat girtin û Mistefa Barzanî û diya xwe ve li Mûslê hatin zîndanîkirin.
- Di 6ê Adara 1975an bi sedema rêkeftina Sedam Husên û Şahê Îranê Mihemed Reza li Cezaîrê, şoreşa Îlonê rastî şikandinê tê û ji ber wê Barzanî û bi hezaran Pêşmergeyên şoreşê riya koçberiyê hilbijart.
- Piştî şikestina 1975an careke din Barzanî çavdêrî û serperiştiya danîna kevirê bingehê yê şoreşê kir.
- Di 1ê Adara 1979an Mele Mistefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir û di 5ê Gulana 1979an li ser wesiyeta wî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xaka pîroz a Kurdistanê hat spartin.
- Piştî Raperîna Adara 1991an, termê Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî li aramiya xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê cihê jidayikbûna xwe hat veguhastin û li navçeya Barzanî bi xakê hatin spartin.
- Di heyama jiyana xwe de du caran Mele Mistefa Barzanî rastî hewlên terorkirinê hat û mocîze hat rizgarkirin, yek di 29ê Îlona 1971an û ya duyem jî di 16ê Tîrmeha 1972an de bû, lê her du caran ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê, parastina aştî û aramiyê Kurdistanê dirustnebûna şer, rêkeftina Adara 1970î ya bi Bexdayê re hilneweşand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin