Serok Barzanî derket ser Keleha Hewlêrê û projeyên nû ji nêz ve sopand

08 October 2024 17:28 0 dîtin
Serok Barzanî derket ser Keleha Hewlêrê û projeyên nû ji nêz ve sopand

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 8ê Cotmehê serdana Keleha Hewlêrê ya dîrokî kir û ji nêz ve projeyên têne çêkirin şopand.

Serok Barzanî, îro piştî nîvro serdana Keleha Hewlêrê kir û ji nêz ve temaşeyî projeyên ku li ser Keleha Hewlêrê di warê bicihanînê de ne kir.

Herwiha Serok Barzanî serdana mûzexaneya nav Keleha Hewlêrê jî kir.

Di serdanê de hejmareke zêde ya cemawerê bajarê Duhokê ji bo pêşwazî û dîtina Serok Barzanî li Keleha Hewlêrê û derdora wê kom bûn.