Serok Barzanî: Rêbaza Barzanî, bîr û bawerî ye
PeyamaKurd- Piştî bidawîbûna Kongreya 14emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir. Serok Barzanî, di axaftina xwe de got ku niha dem dema hîmetê ye.
Serok Mesûd Barzanî, piştî bi dawîbûna proseya Kongreya PDKê ya 14emîn, bi rêya gotarekê bang li kesên Kongreyê û xelkê Kurdistanê kir. Serok di axaftina xwe de got,
“Spas ji Xwedê re kongreya me serkeftî derbas bû. Niha jî dem dema hîmetê ye. Piştî ku partiya we bi ser ketiye, em hemû bi ser ketine. Şaşîtiyeke mezin heye, heger hûn desthilatê bidin min, ez ê çareser bikim. Ez dibînim ku di lîsteyê de tu xwişk û birayên me yên Êzîdî tunene û divê ev yek were sererastkirin.
Min û Îdrîs bi dil û can wesiyeta Mela Mustefa Barzanî bi cih hanî. Min Nêçîrvan Barzanî wekî cîgirê xwe hilbijart û wî jî Mesrûr Barzanî pêşniyaz kir. Ev jî peyameke zelal e ku ew jî wekî min û Îdrîs dibin. Ez jî heman wesiyeta Mela Mustefa Barzanî li wan dikim û ez ê bi her awayî piştgîriya wan bikim.”
Serok Barzanî, di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser salên dûr ên têkoşînê û got,
“Di nav salên 1905 û 1906an de Şêx Ebdulselam Barzanî rojhilatnasekî Brîtanî dît û jê xwest ku alîkariyê bike da ku ew Şahê Brîtanyayê bibîne. Wî rojhilatnasî ji Şêx Ebdulselamî pirsî ku ji bo çi dixwaze Şahê Brîtanyayê bibîne. Şêx Ebdulselam got ku ew dixwazê ligel wî qala serxwebûna Kurdistanê bike. Em hemû xwendekarên wê dibistanê ne. Rêbaza Barzanî ne tenê girêdana cemedana sor e. Rêbaza Barzanî, bîr û bawerî ye.”
Serok Mesûd Barzanî, di dawiya gotara xwe de spasiya xelkê Duhokê û hêzên ewlehî û berevaniyê kir ku di bin ewlehiyê de mazûvaniya Kongreya 14emîn a PDKê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin