Serok Barzanî: PDK bi deng û pistgirîya gel hatiye, divê ew bawerî bê parastin û hilbijartin bên kirin

20 August 2023 16:05 0 dîtin
Serok Barzanî: PDK bi deng û pistgirîya gel hatiye, divê ew bawerî bê parastin û hilbijartin bên kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê 20ê Tebaxê di serdana xwe ya Zaxo de, bi pêkhateyên li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê re civiya.

Serok Barzanî di axaftina xwe ya civînê de, kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi xelkê Zaxoyê re anî ziman ku careke din derfet çêbûye ligel xelkê şehîdperwer ê sînorê Zaxo bicive.

Serok Barzanî, ronahî xiste ser wan sozên ku ji bo bicihkirina projeyan û xizmetkirina zêdetir ji xelkê Zaxo re hatine dayîn û ragihand ku ew bi her awayî piştevaniya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dikin.

Serok Barzanî bibîr xist, pêwîst e girîngî bi sektora çandinî û geştiyariyê bê dayîn da ku zemîna geşepêdan û xweşguzariya zêdetir ji xelkê re pêk bê û got: “Şîreta ji bo hikûmet û dezgehên pêwendîdar ew e ku xizmetkarên xelkê bin.”

Di axaftina xwe de Serok Barzanî bal kişand ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û ji amadebûyan re ragihand, ew hewl didin yekdengî û yekrêzî di navbera aliyan de pêk were, bi taybetî li ser hêlên giştî yên niştimanî û pêwîst e ti aliyek ji van hêl û berjewendiyên giştî dernekeve. PDK bi deng û piştgirîya gel hatiye û divê ew bawerî bê parastin û hilbijartin bên kirin.

Li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Serok Barzanî kurteyeke dîrokî ji wan pêwendiyan pêşkêş kir û da zanîn ku sedema sereke ya qeyran û nearamiya Iraqê, ji ber piştkirina îmze û rêkeftinan û bicihnekirina destûrê ye.

Serok Barzanî daxwaz ji welatiyan kir ku hay ji gef û astengiyên li pêşiya gelê Kurdistanê hebin û tekezî li ser pabendbûna bi giyanê nîştimanperwerî û parastina nirx û doza rewa ya gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî piştre jî bersiva pirs, rexne û daxwaziyên beşdaran da. Serok Barzanî, di serdana xwe ya Zaxoyê de, çû ser pira Xabûrê ya Zaxoyê jî.