"Her dem rêz li nêrîna Serok Barzanî hatiye girtin"

24 March 2025 10:38 0 dîtin
"Her dem rêz li nêrîna Serok Barzanî hatiye girtin"

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ragihand ku her dem rêz li nêrîna Serok Mesûd Barzanî li navçe û navdewletî hatiye girtin.

Sefîn Dizeyî di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku balyozên 42 welatan û 25 nûnerên dîplomatîk ên herêmê û rêxistinên curbecur beşdarî pîrozbahiya Newroza îsal a li Akrê bûn.

Dizeyî da zanîn ku gelek balyozên Îmarat, Qeter û Urdinê yekem car hatin Herêma Kurdistanê û bi beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê kêfxweş bûn û got, "Pîrozkirina azad a Newrozê li Kurdistanê tê gelek wateyan."

Sefîn Dizeyî di derbarê peyama Serok Barzanî ya ji bo Newroza Diyarbekirê belav kir de jî got, "Peyama Serok Barzanî ya ji bo Newroza Diyarbekirê belav kir, peyama yekrêziya gelê Kurdistanê bû, divê yekrêzî pêk were da ku bi diyalog û aştiyê berevaniyê li mafên xwe bikin."

Derbarê rola Serok Barzanî ya di yekrêziya Kurdistanê û parastina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê de jî Dizeyî got,

"Nêrîna Serok Barzanî ji aliyê serkirdeyên navçe û cîhanê ve hat rêzgirtin. Peyama Serok Barzanî bi boneya cejna Newrozê ya Diyarbekirê peyama yekrêziya gelê Kurdistanê bû, pîrozbahiyên ku ji aliyê partiyên siyasî û civaka Kurdistanê ve li Diyarbekirê hatin lidarxistin, peyameke bihêz bû. Ev mimkûn e. Peyama Serok Barzanî bi zelalî nîşan dide ku îro navçe di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û eve jî derfeteke girînge ku Kurd bi diyalog û aştiyane berevaniyê li mafên xwe bikin.

Kesayet û helwêsta Serok Barzanî ji bo her kesê ku bikaribe bi rengekî karîger be di pêşvebirina proseya ku piştevaniya wî dike, eşkere ye. Peyama Serok Barzanî wê ji bo nêzîkkirina Kurdan bi bandor be."