Romanowskî: Serdana Bexdayê ya Serok Barzanî bandoreke mezin li nêrîna siyasî ya Iraqê kir

09 September 2024 17:27 0 dîtin
Romanowskî: Serdana Bexdayê ya Serok Barzanî bandoreke mezin li nêrîna siyasî ya Iraqê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Îlonê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski kir.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Stephen Binner amade bû de, Balyoza Amerîkayê ya Iraqê encamên serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê bi bîr xist ku bandoreke wê ya mezin li ser nêrîna aliyên siyasî yên Iraqê kir û atmosfereke erênî ji bo serederîkirina mijarên cuda çêkir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di meha Cotmehê de û pêwîstiya lidarxistina kampanyayan di keşeke azad û bê kêşe de hatin gotûbêjkirin.

Mijara mayîna hêzên hevpeymanan li Iraqê û metirsiya terorê li ser Iraq û navçeyê jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.