Mesrûr Barzanî û Romanowskî civiyan: Sanda Kurdistanê ji bo serdana Bexdayê amade ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Mijdarê li Duhokê bi Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski re hevdîtinek kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatiye axaftin.
Herdu alî hevnêrîn bûn ku niha derfeteke nû hatiye holê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û karnameya hikûmeta nû ya Iraqê.
Serokwezîr da xuyakirin, şandeke danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye serdena Bexdayê bike ji bo gotûbêjkirina kêşeyan û çareserkirina wan di çarçoveya destûrê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin