Mesrûr Barzanî û Alina Romanowskî civiyan: 'Em binpêkirina mafên xwe qebûl nakin'

08 June 2023 18:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Alina Romanowskî civiyan: 'Em binpêkirina mafên xwe qebûl nakin'

PeymaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 8ê Hezîranê, bi Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski re civiya.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî amadehî kir de, li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li rêkeftinan, gotûbêj hat kirin.

Li ser beşa Herêma Kurdistanê di budçeya federalî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, "Me hemû hewlên xwe dane di çarçoveya destûrê de û ji bo parastina maf û heqên darayî yên Herêmê ligel Hikûmeta Federal bigihin rêkeftinê, lê belê em binpêkirina mafên me qebûl nakin."

Herwiha di civînê de, herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku divê di demeke herî nêz de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan.