Serok Barzanî tevlî merasîma rêzgirtina qurbaniyên Helebceyê bû
PeyamaKurd - Serok Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 16ê Adarê beşdarî merasîma rêzgirtina li qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê li Herêma Kurdistanê bûn.
Baregaha Barzanî wêneyek ji merasima rêzgirtina li şehîdên kîmyabarana Helebce belav kir, ku Serok Barzanî û karmendên Baregeha Barzanî di 37emîn salvegera kîmyabarana Helebce de beşdar bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û karmendên ofîsa xwe jî beşdarî bîranînê bûn.
Îro 37emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê ye ku di 16ê Adara 1988an de ji aliyê rêjîma Baasê ve hat kirin, ku di encamê de zêdetirî 5 hezar kes hatin şehîdkirin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin