Serokwezîr Barzanî, tevlî merasîma vekirina parzûngeha Lanazê bû

26 October 2022 15:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, tevlî merasîma vekirina parzûngeha Lanazê bû

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro beşdarî merasîma vekirina parzûngeha Lanazê bû. Hat ragihandin ku axaftina vekirinê, ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve hatiye kirin.

Serokwezîr Barzanî, ji bo merasîma vekirina parzûngeha Lanazê ya ku mezintirîn parzûngeha Herêma Kurdistanê ye bû û axaftina vekirinê kir.

Di derbarê parzûngeha Lanazê de jî hat diyarkirin ku ev mezintirîn parzûngeh, di sala 2008an de hatiye damezirandin û karîna wê ya rojane ya parzûnkirina 100 hezar bermîl petrola xav heye. Hat ragihandin ku nefta spî, benzîn, mazot, nefta giran û nefta sivik jî berhemên parzûngehê ne.