Serok Barzanî tevlî merasima cenazê hevalê xwe Hiso Kaniyelinci bû

01 January 2025 23:56 0 dîtin
Serok Barzanî tevlî merasima cenazê hevalê xwe Hiso Kaniyelinci bû

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tevlî merasima cenazê Pêşmergê Şoreşa Êlûn û Gulanê ya Hiso Kaniyelinci bû û di merasimê de rondikên açavan barand.

Hiso Kaniyelincî di sala 1937an de li gundê Kaniyelincê hatiye dinyayê ku gundekî devera Barzane û ji sala 1961an heya niha di nav têkoşîna bizava azadîxwaza Kurd de ye.

Kaniyelincî heya pileya tumgeneraliyê bilind bûye û ji bilî her dû şoreşan, tevlî şerê li dijî DEAŞê bûye.

Ji ber 50 sal zêdeye ku di nava bizava Kurdistanê de ye, serok Barzanî xelata Barzanî dabûyê. Kaniyelinci di encama nexweşînê de, di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.